RFF poster 2023

Refugee Film Festival dîsa tê!

Festîval rojên 9-11.11.2023 li Helsinki Korjaamo Kino tê sazkirin.

 

Festîvala Filmên Penaberan festîvaleke filman ya pirzimanî ye ku pirsên têkilî penaberiyê û koçberiyê ji gelek aliyên cuda ve pêşkêş dike. Festîvala Filmên Penaberan xebateke ne bi armanca qazanca aborî ye û ji aliyê rêxistineke medenî ve tê sazkirin ku Turvapaikanhakijoiden tuki ry Tutu ye.

 

Festîval bixêrhatina her kesî dike bêyî li ber çav girtina nîjad, ziman, ol, zayend, meyla zayendî yan rewşa aborî.