RFF 2022, Shareef Askar

Refugee Film Festival dîsa tê!

Festîval rojên 26-28/10/2022 li Cinema Orion li Helsinki tê sazkirin.

Festîvala Filmên Penaberan festîvaleke filman ya pirzimanî ye ku pirsên têkilî penaberiyê û koçberiyê ji gelek aliyên cuda ve pêşkêş dike. Festîvala Filmên Penaberan xebateke ne bi armanca qazanca aborî ye û ji aliyê rêkxistineke medenî ve tê sazkirin ku Turvapaikanhakijoiden tuki ry, Tutu ye.
Festîval bixêrhatina her kesî dike bêyî nêrîna li esil, ziman, dîn, cinsiyet, meyla zayendî yan rewşa wan ya aborî.